Tirkiye

Wezîr Bîlgîn: "Civîna ewil a ji bo mehaneya kêmtirîn wê di 1ê çileya pêşîn da çêbibe"

Özcan Yıldırım  | 25.11.2021 - Rojanekırın : 26.11.2021
Wezîr Bîlgîn: "Civîna ewil a ji bo mehaneya kêmtirîn wê di 1ê çileya pêşîn da çêbibe"

Ankara

Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn daxuyand civîna ewil a Komîsyona Tespîtkirina Mehaneya Kêmtirîn wê di 1ê çileya pêşîn da bê kirin.

Bîlgîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand mehaneya kemtirîn ya sala nû wê ji hêla Komîsyona Tespîtkirina Mehaneya Kêmtirîn ya ku ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tên va bê tesbîtkirin.

Wezîr Bîlgîn got civînê di bin banê Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî 1ê çileya pêşîn da çêbibe.

- Komisyona ku ji 15 kesan pêk tê wê mehaneya kêmtirîn tesbît bike

Di Komîsyona Tespîtkirina Mehaneya Kêmtirîn da li ser navê karkeran Turk-Îş, li ser navê karsazan jî Konfederasyona Sendîkaya Karsazan (TÎSK) wê beşdarî civînê bibin.

Ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê her yekî 5, tevahî 15 kes wê mehaneya kêmtirîn tesbît bikin.

Komîsyonê heta dawiya meha çileya pêşîn 4 civînan bikin û reqamê mehaneya kêmtirîn diyar bikin.

Niha mehaneya kêmtirîn brut 4 hezar û 203 lire û 56 quriş, net jî 2 hezar û 825 lire û 90 quriş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.