Tirkiye

Wezîr Alî Yerlîkaya: 103 mensûbên rêxistina terorê ji dervayî welêt hatin û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bûn

Oğuzhan Sarı, Aykut Yılmaz  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 16.12.2025
Wezîr Alî Yerlîkaya: 103 mensûbên rêxistina terorê ji dervayî welêt hatin û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bûn

TBMM

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li Lijneya Giştî ya Meclisê li ser budçeya sala 2026an a Wezareta Karên Navxweyî pêşkêşî kir.

Yerlîkaya agahiyên têkoşîna terorê yên sala 2025an parve kirin û wiha axivî:

"Di nava 2025an da me di çarçoveya têkoşîna terorê da 308 şikeft û sitargeh îmhe kirin. Wesayîta esmanî ya bêfirokevan (ÎHA) û balafirên me yên keşfê yên bifirokevan (ÎKU) 44 hezar û 157 saet firîn. 10 jê zarokên dayikên Diyarbekirê, bi tevahî 103 mensûbên rêxistina terorê bi rêya qanîkirinê ji derveyî welêt hatin û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bûn. Pêşiya 30 çalakiyên terorê hatin girtin. 439 kesên ku ji ber sûcên terorê lêgerîna wan hebû, hatin girtin. 7 kesên ku lêgerîna wan a bi bultena sor hebû, îadeyî welatê me kirin. Der heqê 71 kesên ku ji ber sûcên terorê lêgerîna wan hebû da bultena sor hat derxistin. Di çarçoveya têkoşîna terorê da 1602 jê ji FETOya îstismarkarê dîn û 746 jê ji DEAŞa îstismarkarê dîn, dema em rêxistinên terorê yên din jî lê zêde dikin, bi tevahî 2 hezar û 578 kes hatin tewqûfkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.