Tirkiye

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê: Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 77an

Ethem Emre Özcan  | 05.03.2026 - Rojanekırın : 05.03.2026
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê: Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 77an

Beyrut

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê daxuyand hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 77an, ya birîndaran jî bû 527.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê da derbarê rewşa kuştî û birîndaran yên ji ber êrîşên Îsraîlê ku di 2yê Adarê da dijî Libnanê da destpêkirin çêbûn da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin heta şeva 4ê Adarê hejmara kuştiyan gihîşt 77 kesan û ya birîndaran jî bû 527.

Her wiha hat gotin di saetên dawî da gelek birîndarên din jî rakirin nexweşxaneyan ku ev hejmar wê werin rojanekirin.

Ji hêla din hatibû gotin ku di êrîşên Îsraîlê yên îro ku li tevahiya Libnanê kir da jî herî kêm 12 kes hatine kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın