Wezareta Parastina Neteweyî: "Êrîşên Îsraîlê yên dijî navenda Şamê provokasyon e"

Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî, "Piştî êrîşên li başûrê Sûriyeyê, êrîşên ku Îsraîlê bir ser navenda Şamê dijî hêviyên aştî û îstiqrara herêmê provokasyoneke eşkere ye."
Berdevk û Mişawirê Têkiliyên Gel û Çapmeniyê yê Wezareta Parastina Neteweyî Tuxamiral Zekî Akturk li Fermandariya Hêzên Taybet di civîna agahdarkirinê ya çapemeniyê ya heftane da axivî.
Tuxamiral Zekî Akturk der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Sûriyeyê da wiha got, "Piştî êrîşên li başûrê Sûriyeyê, êrîşên ku Îsraîlê bir ser navenda Şamê dijî hêviyên aştî û îstiqrara herêmê provokasyoneke eşkere ye. Îsraîla ku bi helwesta xwe ya sînornenas herêmê dehf dide nava bêîstiqrarî û kaosê, divê demildest dawî li teşebisên xwe yên êrîşkar bîne da ku encamên xerabtir dernekevin holê."
Akturk destnîşan kir êrîşên ku Îsraîlê birin ser Sûriyeyê bandoreke neyînî li yekîne û personelên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê nekiriye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.