Tirkiye

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di hefteya dawîn da 108 terorîst hatin berterefkirin

Mişawirê Çapemenî û Têkiliyên Gel a WPNyê Tuxamîral Zekî Akturk: "Bakurê Iraq û Sûriyeyê jî tê da di nava hefteya dawîn da 108 terorîst hatin berterefkirin"

Utku Şimşek  | 09.05.2024 - Rojanekırın : 10.05.2024
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di hefteya dawîn da 108 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, bakurê Iraq û Sûriyeyê jî tê da di operasyonên ku di nava hefteya dawîn da hatin kirin da 108 terorîst hatin berterefkirin.

Mişawirê Çapemenî û Têkiliyên Gel a WPNyê Tuxamîral Zekî Akturk li wezaretê civîna agahdarkirina çapemeniyê li dar xist û diyar kir, têkoşîna ku Artêşa Tirkiyeyê bi terorê ra dide, berdewam e.

Akturk diyar kir, rêxistinên terorê PKK/KCK/PYD-YPG, DEAŞ û FETO di serî da Artêşa Tirkiyeyê li dijî her cure tehdîd û talûkeyê têkoşîna xwe bi awayekî xurt û zexteke zêde didomîne.

Tuxamîral Akturk diyar kir, Artêşa me ya Tirkiyeyê bakurê Iraq û Sûriyeyê jî tê da di hefteya dawîn da qaşo rêvebir jî di navê da 67 jê li bakurê Iraqê, 41 jê li bakurê Sûriyeyê bi tevahî 108 terorîst berteref kirin û wiha dewam kir, "Ji 1ê Rêbendana 2024an û heta îro jimara terorîstên ku hatin berterefkirin, 443 jê li bakurê Iraqê, 510 jê li bakurê Sûriyeyê bi tevahî derket 953yan."

Akturk destnîşan kir, di nava hefteya borî da 2 terorîstên PKKyî ku ji qadên sitarbûnê yên li bakurê Iraqê revîn, teslîmî qereqola hidûd a li Xabûrê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.