Tirkiye

Wezareta Parastina Neteweyî: "Pêvajoya daxistina ÎHAyê bi serkeftî hat meşandin û encamdayîn"

Utku Şimşek  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Wezareta Parastina Neteweyî: "Pêvajoya daxistina ÎHAyê bi serkeftî hat meşandin û encamdayîn"

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî der barê ÎHAya ku hat tesbîtkirin li Behra Reş ji kontrolê derketiye û hat daxistin da wiha got, "Pêvajo bi serkeftî hat meşandin û encamdayîn. Îdiayên ku dibêjin pergala me ya parastina asîmanî qels e, rast nînin."

Piştî civîna çapemeniyê ya heftane ya li Wezareta Parastina Neteweyî, der barê pirsên endamên çapemeniyê yên li ser mijarên rojane da daxuyanî hatin dayîn.

Li ser pirsa der barê ÎHAya ku hat tesbîtkirin li Behra Reş ji kontrolê derketiye û hat daxistin da wiha hat gotin, "Pêvajo bi serkeftî hat meşandin û encamdayîn. Îdiayên ku dibêjin pergala me ya parastina asîmanî qels e, rast nînin. Tê texmînkirin ku ÎHA parçe bûye û li qadeke berfireh belav bûye. Ev yek li qadê tespîtkirina bermahiyên saxlem yan jî yekparçe dijwar dike."

Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku kontrola qada wan ya asîmanî bi mîmariyeke qatqatî û yekgirtî ku radar, hişyariya zû, şerê elektronîkî û hêmanên astengkirinê dihewîne, gorî esasa 7/24an tê meşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.