Wezareta Parastina Neteweyî: "Operasyona li Helebê ji aliyê Artêşa Sûriyeyê va tê kirin"
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) derbarê operasyona li dijî rêxistina terorê HSDê li Helebê da wiha got: "Ev operasyon bi tevahî ji aliyê Artêşa Sûriyeyê va tê kirin. Ewlehiya Sûriyeyê ewlehiya me ye. Tirkiye pêşhatên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne."
Piştî civîna çapemeniyê ya heftane ku li Wezareta Parastina Neteweyî hat lidarxistin, Wezaretê bersiva pirsên endamên çapemeniyê da.
Di bersiva pirsên derbarê operasyonên li ser taxên ku di bin kontrola rêxistina terorîst a HSDê da li Heleba Sûriyeyê ne, Wezaretê ev daxuyanî da:
"Piştî hedefgirtina sivîl û hêzên ewlehiyê ji aliyê rêxistina terorê va ya ku di encamê a 4 kes hatin kuştin û 18 kes birîndar bûn, hikûmeta Sûriyeyê ji bo misogerkirina aramiya giştî û ewlehiya welatiyên xwe li Helebê dijî terorê operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon bi tevahî ji aliyê Artêşa Sûriyeyê va tê kirin. Ewlekariya Sûriyeyê ewlehiya me ye. Tirkiye pêşhatên li Sûriyeyê ji nêz va dişopîne. Li gorî binemaya 'yek dewlet, yek artêş', welatê me piştgiriyê dide têkoşîna Sûriyeyê ya li dijî rêxistinên terorê, ku li ser bingeha yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye. Di vê çarçoveyê da, heke Sûriye daxwaza alîkariyê bike, Tirkiye dê piştgiriya pêwîst bike."
