Wezareta Parastina Neteweyî: "Em yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê diparêzin"

Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî, "Em yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê diparêzin. Bi îmzerkirina Muxtireya Mutebeqatê ya Şêwr û Perwerdeya Hevpar jî me ev daxwaza xwe gavek pêşva bir."
Berdevk û Mişawirê Gel û Çapemeniyê yê Wezareta Parastina Neteweyî Tuxamîral Zekî Akturk li Wezareta Parastina Neteweyî di civîna agahdarkirina çapemeniyê ya heftane li dar xist.
Piştî civînê çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê da bersivandin.
Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî der barê Muxtireya Mutebeqatê ya Şêwr û Perwerdeya Hevpar da diyar kirin ku yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê diparêzin û gotin ku bi îmzerkirina Muxtireya Mutebeqatê ya Şêwr û Perwerdeya Hevpar jî me ev daxwaza xwe gavek jî pêşva bir.
Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî li ser rewşa dawîn ya li Sûriyeyê da diyar kirin ku banga Hikûmeta Sûriyeyê ya 'yek dewlet û yek artêş', li herêmê bi salan e ji bo hizûr û îstiqrara tê hêvîkirin, elzem e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.