Wezareta Parastina Neteweyî: "C130ya balafira kargoyê ya eskerî li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ket"
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku C130ya balafira kargoyê ya eskerî ku ji Azerbeycanê ber bi Tirkiyeyê bi rê ket, li ser sînorê Gurcistan-Azerbaycanê ketiye xwarê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine.
Wezareta Parastina Neteweyî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da wiha got, "C130ya balafira kargoyê ya eskerî ku ji Azerbeycanê ber bi Tirkiyeyê bi rê ket, li ser sînorê Gurcistan-Azerbaycanê ketiye xwarê. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevkariya rayedarên Azerbeycan û Gurcistanê dest pê kirine."
