Tirkiye

Wezareta Parastina Neteweyî: "Bo tesbîta kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê ziyaretên teknikî hatine plankirin"

Utku Şimşek  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Wezareta Parastina Neteweyî: "Bo tesbîta kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê ziyaretên teknikî hatine plankirin"

Ankara

 Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî der barê têkiliyên bi Sûriyeyê ra diyar kirin ku ji bo kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê bê tesbîtkirin, hewcedarî bên dîtin û nexşerêya muşterek bê danîn ziyaretên teknikî hatine plankirin.

Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî piştî civîna agahdarkirina çapemeniyê ya heftane pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê da bersivandin.

Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî der barê têkiliyên bi Sûriyeyê ra diyar kirin ku ji bo kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê bê tesbîtkirin, hewcedarî bên dîtin û nexşerêya muşterek bê danîn ziyaretên teknikî hatine plankirin.

Li ser pirsa der barê îdiaya ku Tirkiyeyê hêza aştiyê bişîne Ukraynayê, çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî wiha gotin, "Rast û di cî da nîne ku meriv li ser pêşbîniyên ku hê li ser bingehekê rûneniştine tiştekî bibêje."

Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî destnîşan kirin ku li gorî lihevkirinê pêvajoya jinûvasazkirina Hêzên Çekdar yên Sûriyeyê lezgîn bûye û perwerde, şêwr, alîkariya tekinîkî û ziyaretên dualî dest pê kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın