Wezareta Karên Derva êrîşa ku Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bir ser binesaziya eskerî, bi awayekî xurt şermezar kir
Ankara
Wezareta Karên Derva ragihand, êrîşa ku Îsraîlê binesaziya eskerî ya li başûrê Sûriyeyê kir hedef, ew wekî rageşiyeke bitalûke dibînin û vê yekê bi awayekî xurt şermezar dikin.
Wezaretê der barê êrîşa ku Îsraîlê bir ser başûrê Sûriyeyê da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Êrîşa ku Îsraîlê binesaziya eskerî ya li başûrê Sûriyeyê kir hedef, em wekî rageşiyeke bitalûke dibînin û vê yekê bi awayekî xurt şermezar dikin."
Di daxuyaniyê da ji bo temînkirina hiqûqa navneteweyî û sekinandina êrîşên Îsraîlê ku tê wateya binpêkirina desthilatdarî û yekparetiya axa Sûriyeyê, bangewazî li civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin, di vê çarçoweyê da girîngiya sepandinê ya Peymana Cihêkirina Hêzan a 1974an hat destnîşankirin.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku li gor esasê yekparetiya axa Sûriyeyê, yekîtî û desthilatdariya Sûriyeyê, Tirkiye wê ji bo hewildanên tesîskirina îstiqrar û ewlehiya li welêt piştevaniya xwe ya ji bo hikûmet û gelê Sûriyeyê bidomîne.
Artêşa Îsraîlê îdia kiribû ku wan li başûrê Sûriyeyê li navendeke fermandeyê û depoyên çekan ên li baregehên eskerî yên rêvebiriya Şamê xistin.
Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê jî êrîşa Îsraîlê ya ku li başûrê welêt binesaziya eskerî kir hedef, şermezar kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
