Tirkiye

Wezareta Karên Derva ji bo PKKyê bertek nîşanî Iraqê da

Wezareta Karên Derva diyar kir ku li dijî endamên PKKya rêxistina terorê ya li welatê xwe hildana tevdîran di berpirsyariya Iraqê da ye, heke ji bo li Iraqê hebûna PKKyê xwe kerr bikin jî Tirkiyeyê ji bo ewlehiya sînorê xwe hemû tevdîran hilde.

13.08.2020 - Rojanekırın : 14.08.2020
Wezareta Karên Derva ji bo PKKyê bertek nîşanî Iraqê da

Ankara

Wezareta Karên Derva diyar kir ku li dijî endamên PKKya rêxistina terorê ya li welatê xwe hildana tevdîran di berpirsyariya Iraqê da ye, heke ji bo li Iraqê hebûna PKKyê xwe kerr bikin jî Tirkiyeyê ji bo ewlehiya sînorê xwe hemû tevdîran hilde.

Wezaretê li ser di têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê da hêviya ji Iraqê û civaka navneteweyî daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi salan e PKK li Iraqê bi cî bûye êrîşî Tirkiyeyê dike, li dijî desthilatdarî, yekîtiya axê, ewlehî û îstiqrara Iraqê jî meydanê dixwîne.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li dijî PKKya rêxistina terorê ya li welatê xwe hildana tevdîran herî pêşîn di berpirsyariya Iraqê da ye û wiha hat nivîsandin:

"Di vê mijarê da welatê me amade ye ku bi Iraqê ra hevkariyê bike. Heke ji bo li Iraqê hebûna PKKyê xwe kerr bikin jî Tirkiyeyê ji bo ewlehiya sînorê xwe wekî ku hetanî îro kir ew ê hemû tevdîran hilde. Em bangî Iraqê dikin ku bira gavên lazim dikin biavêje, dîsa bangî hin welatên bi îdiayên bê bingeh va vê wekî firsend dibînin piştgiriyê û wêrekiyê didin terorîstan dikin ku bira dev ji durûtiyê berdin û helwesteke mêranî nîşan bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.