Tirkiye

Wezareta Karên Derva çalakiyên provokatîf ên li Mescida Eqsayê şermezar kir

"Em îro avêtina ser Mescida Eqsayê ya ji hêla endamekî hikûmeta Îsraîlê, vekirina alaya dagirker li Mescida Eqsayê ya ji hêla endamekî Parlamentoyê û çalakiyên provokatîf ên bicihbûyiyên tundrev ên di meşa li Qudsê da şermezar dikin"

Can Efesoy  | 26.05.2025 - Rojanekırın : 27.05.2025
Wezareta Karên Derva çalakiyên provokatîf ên li Mescida Eqsayê şermezar kir

Ankara

Wezareta Karên Derva çalakiyên provokatîf ên li Mescida Eqsayê şermezar kir û ragihand ku ev, tezahura jenosîda Îsraîlê ya li dijî gelê Filistînê ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da wiha hat gotin:

"Em îro avêtina ser Mescida Eqsayê ya ji hêla endamekî hikûmeta Îsraîlê, vekirina alaya dagirker li Mescida Eqsayê ya ji hêla endamekî Parlamentoyê û çalakiyên provokatîf ên bicihbûyiyên tundrev ên di meşa li Qudsê da şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ev cure çalakî, tezahura jenosîda Îsraîlê ya dijî gelê Filistînê û polîtîkayên derxistina wan a ji ser cih û warên wan û her wiha îlhaqkirin û veguherîna nasnameya dîrokî û demografîk a xaka Filistînê ya dagirkirî ye û wiha hat gotin, "Ev cure hewlên hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu dê tu wextî nikaribin statuya dîrokî û hiqûqî ya Mescida Eqsayê biguherînin û wiha hat gotin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.