Wezareta Karên Derva berteka tund nîşanî êrîşa Îsraîlê ya dijî keştiya Madleenê da

Ankara
Wezareta Karên Derva ragihand êrîşa ku Îsraîlê dijî keştiya Madleenê ya ku bi mebesta gihandina alîkariya mirovî bo Xezeyê derketibû rê, careke din îsbat dike ku Îsraîl dewleta terorê ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin:
"Keştiya bi navê 'Madleen' ku bi mebesta gihandina alîkariya mirovî bo Xezeyê derketibû rê û di nava wê da welatiyên me jî hebûn, dema di nava avên navneteweyî da diçû rûbirûyê êrîşa hêzên Îsraîlê hat. Ev yek bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."
Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku Îsraîl li Xezeyê birçîhiştinê weke çekê bikar tîne û nahêle alîkariya mirovî bigihije wêderê. Ewê berteke mafdar a civaka navneteweyî ya dijî polîtîkayên qirkirinê ya Îsraîlê ewê bidome û wiha hat gotin, "Êrîşa menfûr a hikûmeta Benyamîn Netanyahû ya ku serbestiya hatûçûnê û ewlekariya deryayê tehdîd dike, careke din îsbat dike ku Îsraîl dewleta terorê ye."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku helwesta êrîşkar û bêqanûn a Îsraîlê dê dengên ku nirxên mirovan diparêzin bêdeng neke.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.