Wezîrê Tenduristiyê Koca encama bahoza Herêma Marmarayê eşkere kir

Ankara
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand, di bahoza ku li Herêma Marmarayê rabû da 5 kes mirin, 63 kes birîndar bûn.
Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser bahoza lodosê ya ku li Herêma Marmarayê rabû, agahî da.
Koca destnîşan kir ku di bûyerên afatê yên ku ji ber bahoza lodosê derketin da 5 kes mirin, 63 kes birîndar bûn û wiha dewam kir, "Li cihên afat 28 ambulansên 112ê, 3 tîmên UMKEyê û 99 personelên tenduristiyê hatin wezîfedarkirin. Serê miletê me sax be, Xwedê şifayê bişîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.