Tirkiye

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: Piştî êrîşa terorê ya li Efrînê 18 terorîst hatin berterefkirin

Sarp Özer  | 21.01.2022 - Rojanekırın : 22.01.2022
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: Piştî êrîşa terorê ya li Efrînê 18 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê êrîşa terorê ya li navenda Efrînê hat kirin da wiha got, "Piştî êrîşê operasyonan dest pê kiriye. Hedefên tên zanîn tên bomberan û gulebarankirin û 18 terorîst hatine berterefkirin."

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û fermandarên Artêşa Tirkiyeyê çûn serdana yekîneyên li ser sînorê Iraqê.

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz hat Şirnexê.

Hulusî Akar û fermandarên pê ra çûn Fermandariya Tumena Piyade ya 23yemîn û bi vîdeokonferansê bi fermandarên yekîneyên li ser sînor û dervayî sînor ra axivî û der barê rewşa li qadê da agahî hilda.

Akar destnîşan kir ku piştî êrîşa terorê ya li Efrînê ku tê da sivîl hatin kuştin operasyon dane destpêkirin û wiha got, "Piştî êrîşê me operasyon dane destpêkirin. Hedefên tên zanîn tên bomberan û gulebarankirin û 18 terorîst hatine berterefkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.