Tirkiye

Wezîr Yumakli: "55 şewatên di 24 saetan da derketin hatin temirandin, midaxeleya li şewata li Harmancika Bursayê didome"

Serhat Tutak, Mertkan Oruç  | 29.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Wezîr Yumakli: "55 şewatên di 24 saetan da derketin hatin temirandin, midaxeleya li şewata li Harmancika Bursayê didome"

Ankara

 Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli ragihand ku 55 şewatên ku di 24 saetên dawîn da derketin, hatin temirandin û wiha got, "Li welatê me niha bi tenê şewatek dewam dike û ew jî şewata Harmancika Bursayê. 5 balafir, 30 firoke, 855 wesayîtên bejayê seba temirandina wê derê dixebitin."

Wezîr Yumakli di civîna çapemeniyê ya li Navenda Birêvabirinê ya Şewatê ya Midûriyeta Giştî ya Daristanê da der heqê rewşa dawîn a şewatan da agahî dan.

Yumakli bal kişand ku di 24 saetên dawîn da li Tirkiyeyê 55 şewat derketin û wiha dewam kir, "Bi temamî 55 şewatên ku di 24 saetên dawîn da derketin, hatin temirandin. Li van qadan xebatên me yên reşandina avê û sarkirinê wê dewam bikin. Li welatê me tenê şewatek dewam dike, şewata Harmancika Bursayê. 5 balafir, 30 firoke, 855 wesayîtên bejayê seba temirandina wê derê dixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın