Tirkiye

Wezîr Murat Kurum: "Li Hatayê em ê mifteyên xwe yên dawîn radest bikin"

"(Xaniyên herêma erdhejê) Înşelah di 27ê Berfanbarê da tevî Serokomarê me li Hatayê em ê mifteyên xwe yên dawîn radest bikin"

Abdullah Doğan  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Wezîr Murat Kurum: "Li Hatayê em ê mifteyên xwe yên dawîn radest bikin"

Konya

 Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Murat Kurum ragihand ku di 27ê Berfanbarê da li Hatayê ew ê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyip Erdogan xaniyên erdhejê yên dawîn radest bikin.

Kurum li Konyayê di Merasima Vebûnê ya Etaba 1em a Sûka Navsûran a Qada Veguherîna Bajarî ya Taxa Şukranê da axivî.

Kurum bal kişand ku wan li hemû herêmên Tirkiyeyê xizmetên mezin kirin û diyar kir ku bi veguherîna bajarî va wan li 81 parêzgehan qedera 10 milyon însanî gihandin xaniyên saxlem û bi xaniyên civakî jî wan qedera 5 milyonî însan kir xwedî xanî.

Kurum bal kişand ku ew hesasiyetê nîşan didin ku Stenbolê ji bo afateke muhtemel amade bikin.

Wezîr Kurum da bibîrxistin ku ew dawiya hefteyê li Hatayê bû û wiha dewam kir:

"Înşelah di 27ê Berfanbarê da tevî Serokomarê me li Hatayê em ê mifteyên xwe yên dawîn radest bikin. Em ê pêk va di dawiya salê da 453 hêlînên ku me soza wan dabû, radestî xwîşk û birayên xwe bikin. Xebata li 11 parêzgehên me ne xebatek e ku mirov bikaribe bi çend hevokan îfade bike. Seferberiyeke jinûva vejînê ye ku di dîroka dinyayê da bêemsal e. Ev nîşaneya biryardarî û îradeya Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan e."

Piştî axaftinan Etaba 1em a Sûka Navsûran hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın