Wezîr Murat Kurum dîmenên welatiyên ku li Duzceyê bi TOKÎyê bûn xwedî xanî, belav kir
Ankara
Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum, di çarçoveya Projeya Xaniyê Min ê Pêşîn ya Serokatiya Îdareya Xaniyên Bi Komî (TOKÎ) dîmenên welatiyên ku li taxa Kirazliya ser bi Duzceyê, bi TOKÎyê bûn xwedî xanî, belav kir.
Wezîr Kurum ji ser hesabê NSosyalê cih da bîr û rayên welatiyên li taxa Kirazliyê ya Duzceyê ku çêkirina 349 xaniyên civakî lê temam bûn û wiha pê da çû:
"Xwîşka Ayşe, Kekê Hasan, xwîşka me ya Hîranûr. Tenê çend kes in ji milyonek welatiyên me yên ku bi TOKÎyê bûn xwedî xanî. 500 xaniyên me yên civakî yên nû jî li hêviya we ne. Li vê derê Duzce ye."
Hîranûr Kinay, dayika du zarokan ku nêrînên wê di vîdeoyan da cih digirin, diyar kir ku wê di roja dawî da ji bo kampanyayê serlêdan kiribû û got, "Min hêvî nedikir ku TOKÎ ji min ra derkeve. Jixwe kêliya dawîn min bi deynê ku cîranan dabû min, min serî lê dabû. Bextê min, ez ducanî jî bûm. Bi halkî bûm min ev xeber sitand, wekî ku ji dergûşa min ra derket. Niha em gelekî kêfxweş in."
Hasan Gurê yek ji xwedan mafan, destnîşan kir ku hêviyeke wî tunebû ku ji TOKÎyê xaniyek jê ra derkeve û got, "Zarokan ji min ra got, 'Bavo şensê te heye', heqet jî va şensê min heye, nesîb bû derket."
Yekî din ji xwedan mafan Saadettîn Kurt destnîşan kir ku TOKÎ wargeheke mîna bajarekî ava kiriye û gelek deverên civakî yên wekî dibistan, mizgeft, park û kafeteryayê dihewîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
