Tirkiye

Wezîr Kurum der heqê saxlembûna xaniyên TOKÎyê da vîdeo parve kir

Ayşe Karaosmanoğlu  | 28.10.2025 - Rojanekırın : 30.10.2025
Wezîr Kurum der heqê saxlembûna xaniyên TOKÎyê da vîdeo parve kir

Ankara

 Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Murat Kurum biwarê saxlembûna avahiyên ji hêla Serokatiya Rêveberiya Xaniyên Komî (TOKÎ) hatin çêkirin, vîdeo parve kir.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat bibîrxistin ku Wezîr Kurum duh êvarê beşdarî weşana zindî ya TRT Haberê bû û bal kişand ser saxlembûna 500 hezar avahiyên ku dê di çarçoveya Projeya Xaniyan a Sedsalê da li 81 parêzgehan bên çêkirin.

Di daxuyaniyê da axaftina Kurum a "Tu gumana welatiyên me tuneye lewra vê îradeyê milyonek û 740 hezar xanî çêkirine û teslîm kirine. Welatiyên me aram û ewle tê da rûdinên. Li herêma erdhejê welatiyên me yên di TOKÎyê da rûdinên hemd ji Xwedê ra serê tiliya wan jî xwîn nebû. Me 2 erdhejên mezin derbas kirin. Tiştek bi welatiyên me yên di avahiyên TOKÎyê da dijîn nehat."

Wezîr Kurum her wisa li ser hesabê xwe yê NSosyalê jî der barê saxlembûna xaniyên TOKÎyê da vîdeo parve kir û bal kişand ku xaniyên ji hêla TOKÎyê tên çêkirin li gorî rêziknameya erdhejê tên çêkirin û her wiha di çêkirina xaniyan da pergalên wekî bingeha radye, qalibê tunel û dîwarê perde tên emilandin ku ev yek, avahiyan saxlem û qewîn dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın