Tirkiye

Wezîrê Parastina Neteweyî Guler li nexweşxaneyê eskerên ku bi xaza metanê ketin, ziyaret kirin

Yusuf Soykan Bal  | 08.07.2025 - Rojanekırın : 09.07.2025
Wezîrê Parastina Neteweyî Guler li nexweşxaneyê eskerên ku bi xaza metanê ketin, ziyaret kirin

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler eskerên ku li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê bi xaza metanê ketin û ji bo tedawiyê sewqî Enqereyê kirin, li nexweşxaneyê ziyaret kirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, Guler li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê eskerên ku tedawiya wan dewam dikin, ziyaret kirin.

Sererkan Orgeneral Metîn Gurak, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu, Fermandarê Hêza Esmanî Orgeneral Ziya Cemal Kadioglu, Fermandarê Hêza Behrê Oramîral Ercument Tatlioglu û Alîkarê Wezîr Musa Heybet jî bi Wezîr Guler ra esker ziyaret kirin.

Wezîr Guler û kesên pê ra ji doxtoran der heqê rewşa eskeran da agahî hildan.

Guler bi eskerên ku tedawî dibin û malbatên wan ra sohbet kir û ji eskeran ra got ku Xwedê şifayê bişîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.