Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya di weşana taybet ya AAyê da behsa heyama nû ya trafîkê kir
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya diyar kir ku ew ê kontrolên trafîkê di nava cî û waran da hê zêde bikin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li Navenda Kordînasyona Rewşên Acîl û Ewlehiyê ya li Wezareta Karên Navxweyî di weşana taybet ya Ajansa Aanadoluyê (AA) da behsa heyama nû ya trafîkê kir.
Yerlîkaya diyar kir ku sedema sereke ya mirin û birîndariya ji ber qezayên trafîkê sûreta zêde ye û wiha axivî, "Me pergala sînordarkirina lezê daye destpêkirin."
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya ragihand ku ew ê kontrolên trafîkê di nava cî û waran da hê zêde bikin.
Yerlîkaya got ku li ber dibistan û nexweşxaneyan leza wesaîtan 30 ye, kesên bi 76an wê 30, kesên bi 86an herin wê 60 û kesên bi 96an herin wê 90 rojan ehliyeta wan ji destê wan bê girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya destnîşan kir ku şofêrên di salekê da pênc caran sînorê sûretê derbas bikin em ê wan bişînin cem psikiyatrîst.
Yerlîkaya diyar kir ku gorî pêşniyaza qanûnê ya nû kesên ku di nava 5 salan da 2 caran rê nedin ambulans û wesayîtên îtfaiyeyê wê ehliyeta wan bê betalkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya destnîşan kir ku gava rêgeza roniya sor bê binpêkirin di salekê da bo 3 caran 30, bo 4 caran 60, bo 5 caran 90 rojan ehliyeta wan ji destê wan bê girtin, bo 6 caran jî wê ehliyet bê betalkirin.
Yerlîkaya diyar kir gava di wesaîtê da bi têlefona destan biaxivin, cara ewil 5 hezar lire, cara duyem 10 hezar lire ceza tê dayîn, lê cara sêyemîn wê ehliyeta wan ji bo 30 rojan ji destê wan bê girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya di axaftina xwe da got, "Kesên ku guh nedin hişyariya rawestînê em ehliyeta wan ji bo 60 rojan hildidin û ji trafîkê dûr dixin û 200 hezar lire jî cezayê pere li wan dibirin."
Yerlîkaya der barê aplîkasyona radarê ya nû da wiha peyivî, "Em dixwazin rêjeya mirinên ji ber sûretê ku di 2024an da ev rojane 10 kes bûn, daxin sifirê. Em ê di demeke nêzîk da aplîkasyonê biweşînin."
