Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: Di operasyonên Erenê da 40 terorîst hatin berterefkirin

Kars
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand bi operasyonên Erenê va heta îro jê 3 di kategoriya sor da , jê 6 di kategoriya tûtik da, jê yek di kategoriya gewr da, jê 2 rêvebirên payebilind 40 terorîst hatin berterefkirin.
Soylu li Qersê di civîna ewlehiyê ya ku li Midûriya Herêma 24emîn a DSÎyê çêbû da axivî û got ji bo ewlehî û aramiya welêt têkoşîna wan dewam dike.
Wezîr Soylu anî ziman duh li Nîsêbîna Mêrdînê 6 terorîstên din jî hatin berterefkirin, li Tunceliyê jî 3 terorîst hatine dorpêçkirin ku ew benda encamê ne.
- "Operasyonên Erenê li 15 herêman dewam dikin"
Wezîr Soylu daxuyand hê 912 cendirme, qomando, 10 tîmên tevgera taybet a polêsan tevahî 15 hezar û 674 personelan va operasyonên Erenê li 15 herêman dewam dikin û wiha axivî: "Bi operasyonên Erenê va heta îro jê 3 di kategoriya sor da , jê 6 di kategoriya tûtik da, jê yek di kategoriya gewr da, jê 2 rêvebirên payebilind hinek terorîst hatin berterefkirin. Duh şev jî terorîstên li Hekariyê hatin bertefkirin li ser bên zêdekirin di operasyonên Erenê da tevahî 40 terorîst hatin berterefkirin. Ji 15ê Tîrmehê heta îro tevahî 8 hezar şikeft û sitargeh hatin îmhekirin. Di operasyonên Erenê da jî herçiqas me di çileya paşîn da dest pê kiribe jî 770 şikeft û sitargeh hatin îmhekirin."
Soylu got di operasyonên Erenê da 127 mayîn û EYP yên ku hatine bicihkirin, 412 kîlo teqemenî, 138 çek, 45 hezar û 395 muhîmat û 439 kîlo esrar hat bidestxistin.
Wezîr Soylu got operasyon wê bibiryarî dewam bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.