Ahmet Aydın
25 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2019
Wesayitên ku di çarçoveya Projeya Wesayitên Çekhilgir de bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên Fermandariya Hêzên Bejayê de hatin berhemanîn, ji bo xizmetguzariya hêzên ewlekariyê hatin pêşkêşkirin.
Merasima Teslîma Wesayitên Pêşî yên Projeya Wesayitên Çekhilgir, li tesîsa FNSSê ya li Golbaşiyê hat lidarxistin.
Di çarçoveya projeyê de 260 wesayitên çekhilgir ku 184 ji wan çekhlhigirên paletdar, 76 yên bi teker, digel 64 heb Burcên Çek ên KORNET-E û 196 heb Burcên Çekan ên OMTAS in, dê heta sala 2022an bên teslîmkirin.
Serokê Pîşesaziya Berevaniyê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir di merasima teslîmata ewil de axivî anî ziman ku weke serokatiyê di wê rewşeke wisa de ne ku dikarin hemî pêdawistiyan dîzayn bikin, pêş bixînin, berhem bînin û îxracata wan bikin.

- Polaya xwemalî ya zirxan û motor
Demir destnîşan kir ku bi taybet di sektora wesayitên bejayî de dê xebata xwe ya ji bo pêşxistina rêjeya xwemalîbûnê bilindtir bikin û wiha pê de çû:
"Di mijara wesayitên bjayê de faktora herî giring polaya zirxan û motor e û em vê mijarê bi baldarî dişpînin. Di demeke kurt emê karibin wesayitên xwe bi polaya zirxê xwemalî berhembînin."
- Israra motora xwemalî
Demir di projeyê de israriya xwe di mijara motorê xwemalî de anî ziman û ji bo hewlên wê yên di vê mijarê de spasiya fîrmeya TUMOSANê kir.
- Ji bo wesayitên mebest taybet îmza hatin avêtin
Piştî axaftinan mifte û makêtên wesayitan ji Îsmaîl Demir re hatin pêşkêşkirin.
Piştretir jî di navbera FNSSê û ASELSANê û di navbera FNSSê û TUMOSANê de di vî warî de peyman hatin îmzakirin.