Tirkiye

Werzişvanên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê derece bi dest anîn

Osman Bilgin  | 19.03.2024 - Rojanekırın : 31.03.2024
Werzişvanên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê derece bi dest anîn

Diyarbakir

Werzişvanên Kulûba Cîmnastîkê yên ku di fêrgehên bêucret ên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da perwerdeyê dibînîn derece bi dest anîn.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, werzişvanên ku çalakiyên werzişê yên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzişê didomînin, beşdarî Pêşbirkên Cîmnastîkê yên Şehîdên Çanakkale 18ê Adarê yên ku di navbera dibistanan da hatin lidarxistin, bûn.

Di pêşbirka ku li Hola Werzişê ya Koşklerê hat lidarxistin da 38 werzişvanî performansa xwe nîşan dan.

Di pêşbirkê de werzişvanên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Emel Eslem Turgut bû yekem, Azra Neva Zengîn bû sêyemîn û Hevîn Rojvîna Kurçak bû çaremîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.