Tirkiye

Welatê ku herî zêde alîkariya mirovî gihandiye Xezeyê Tirkiye ye

Gökhan Çeliker  | 09.05.2024 - Rojanekırın : 11.05.2024
Welatê ku herî zêde alîkariya mirovî gihandiye Xezeyê Tirkiye ye

Ankara

Welatê ku herî zêde alîkariya mirovî gihandiye Xeta Xezeyê, Tirkiye ye.

Li gorî daneyên ku Kordînatoriya Fealiyetên Hikûmetê ya li Herêmê ya girêdayî Wezareta Parastina Îsraîlê di 7ê gulanê da danîne ser malpera înternetê, Tirkiye bi rêjeyek weke ji sedî 30î di warê welatên ku alîkariya mirovî dişînin Xezeyê da di asta serî ya lîsteyê da ye.

Di rêza duyemîn a lîsteyê da bi rêjeyeke bi qasî ji sedî 22 Îmarat, bi dû wê ra jî bi ji sedî 13an Erebistana Siûdî û pey ra bi ji sedî 8ê va jî Urdun tê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın