Welatiyên Tirk ên ji Xezeyê hatin texliyekirin gihiştin Stenbolê

Istanbul
68 welatiyên Tirk û xizmên wan ên malbatî ên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji Xezeyê hatin texliyekirin, ji ser Misrê ra gihiştin Stenbolê.
Balafira Rêhewayên Tirk a welatiyên Tirk ên ji Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Misrê bûn lê siwar bûn, ji Balafirgeha Qahireyê bi firê ket û gihîşt Balafirgeha Stenbolê.
Nûnerên Wezareta Karên Derva û peywirdarên AFADê li balafirgehê pêşwaziya welatiyan kirin.
Piştî kontrola pasaportan welatî bi wesayît û otobusên texsîskirî li otêlên ji hêla AFADê hatin destnîşankirin, hatin bicihkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.