Welatiyê Tirkiyeyê Hilmî Balciyê li Misrê serbest berdan vegeriya Tirkiyeyê
"Me dît ku Serokomarê me di serî da Wezîrê me yê Karên Derva, Serokê me yê Ragihandinê û Serokê Giştî yê saziya me Şenol Kazanci Beg gelek hewl dan"
Istanbul
Li Misrê roja sêşemiyê polêsan di serdagirtina ofîsa Qahîreyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) da yek jê welatiyê Tirkiyeyê 4 xebatkar binçav kirbûn û ji wan xebatkaran Hilmî Balci serbest hat berdan û vegeriya Tirkiyeyê.
Berpirsê Karên Îdarî û Darayî yên Ofîsa Qahîreyê ya AAyê Balci ji Qahîreya paytextê Misrê bi balafira bitarîfe hat û di saet 08.00an da peya bû.
Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî yê AAyê Mucahît Muhammed Soykan, Dîrektorê Ragihandina Sazî û Bazarkariyê yê AAyê Yilmaz Yaman, Wekîlê Edîtorê Nûçeyên Stenbolê yê AAyê Cemal Coşkun, Midûrê Karên Îdarî yên Stenbolê yê AAyê Sabrî Çelebîoglu û hin xebatkarên AAyê çûn pêşiya Balci û bi gûl û çîçekan ew pêşwazî kirin.
Balci di daxuyaniya da rojnamegeran da got ku ew ji ber gihîşt welatê xwe pir kêfxweş e û wiha pê da çû: "Min ji Xwedê ra şikir kir. Li Misrê me piştevaniya dewletê û ya miletê hîs kir. Me dît ku Serokomarê me di serî da Wezîrê me yê Karên Derva, Serokê me yê Ragihandinê û Serokê Giştî yê saziya me Şenol Kazanci Beg gelek hewl dan. Di demeke kurt da awayekî herî baş ev mesele xilas bû û hat helkirin. Ez wisa vegeriyam welatê xwe."
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci duh êvarê got: "Ji 4 xebatkarên me yên li Misrê hatin binçavkirin niha Hilmî Balci serbest hat berdan. Em dixwazin ên din jî bila bên berdan."
- Bûyer
Polêsê Misrê 14ê rêbendanê bi ser ofîsa AAyê li Qahireyê girtibû, 1 jê welatiyê Tirkiyeyê, 4 xebatkar binçav kiribûn.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Parastina Rojnamegeran, Enstîtuya Rojnamegeran a Navneteweyî û gelek dezgeh û saziyên navneteweyî tevgerê şermezar kiribûn.