"We rey daye kê bira ew bê çopê we rake"
Welatiyên ku li Gurbuza gundê Hêneya navçeya Diyarbekirê ya ku bi Qanûna Bajarên Mezin va bibû tax dijîn îdia kirin ku "Ji ber ku rey nedane HDPyê şaredarî ava wan dibire û çopa wan top nake."

Diyarbakır
DİYARBAKIR
Welatiyên ku li Gurbuza gundê Hêneya navçeya Diyarbekirê ya ku bi Qanûna Bajarên Mezin va bibû tax dijîn îdia kirin ku "Ji ber ku rey nedane HDPyê şaredarî ava wan dibire û çopa wan top nake."
Gelê Taxa Gurbuzê îdia kirin ku piştî Hilbijartina Giştî ya 1ê Mijdarê nikarin ji xizmetên şaredariyê qasî têra xwe îstifade bikin û bertek nîşan dan.
Abdullah Yildizê ku li taxê esnaf e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdia kir ku piştî hilbijartinê şaredarî xizmeta paqijiyê nade.
Yildiz got, "Her alî tijî çer û çop e. Ji ber ku hilbijartinê da daxwaza wan bicî nehat lema di vê tevgerê da ne" û wiha pê da çû:
"Ev hefteyeke li vê derê tu xebatkarekê şaredariyê tune. Me di hilbijartinê da li gor îradeya xwe ya azad reyên xwe avêt. Ji ber ku AK Partiyê zêde rey sitand dibê şaredarî neketa tevgereke wiha. Dibê xizmet dewam bikin, em ji şaredariyê tiştekê din naxwazin. Şaredarî gel ji xizmetên rojane jî mehrûm dihêle."
- "Gotin 'we rey daye kê bira ew bê rake'
Ahmet Şikê ji gelê taxê jî got ji bo ku çop û xwişkiyê ku avêtine ber deriyê wî bê hildan 5 caran daxwazname daye şaredariyê lê belê tu encamek bidest nexistiye.
Şik wiha axivî: "Dema ku me xwest xwişkiyê ku li ser rê hatiye rijandin bê rakirin xebatkarên şaredariyê gotin 'we rey daye kê bira ew bê rake'. Me çi bi we kir ku hûn vê tînin serê me. Ji ber ku me rey neda HDPê vê tînin serê me. Heke rey bida wan ew ê wiha nekirina. Me miemeleyeke wiha heq nekir."
Mehmet Keklîk jî got ji ber ku piraniya taxê alîgirên AK Partiyê ne şaredari xizmetî wan nake.
Keklîk wiha pê da çû: "Ji ber çopê em nikarin ji malên xwe derkevin. Em gilîdar in, nikarin deriyên xwe vekin. Ji ber sergo her alî tijî bihok bûn. Xebatkarên şaredariyê dibêjin 'em xizmetî Gurbuzê nakin'."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.