Tirkiye

Wan piştî erdheja 2011an bi derfetên dewletê va cardin hat avakirin

Li Wanê di 23yê cotmeha 2011an da bi lerza 7,2yê erd hejiya û di vê erdhejê da 604 kes mirin, bi hezaran avahiyan xesareke giran hildan

İbrahim Atmaca, Önder Beyter, Abdullah Tel  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
Wan piştî erdheja 2011an bi derfetên dewletê va cardin hat avakirin

Van

Li Wanê di 23yê cotmeha 2011an da bi lerza 7,2yê erd hejiya û di vê erdhejê da 604 kes mirin, bi hezaran avahiyan xesareke giran hildan. Piştî erdhejê di nav 9 salan da li Wanê veberhênan hatin kirin, avahî, dibistan û navendên kargehan hatin çêkirin û Wan ji nû va hat avakirin.

Erdheja ku navenda wê gundê Tabanliyê bû, di saet 13.41ê da çêbû û di 26 saniyeyan da li navenda bajêr, navçeya Erdîşê û gelek gundan avahî hilweşiyan.

Di erdhejê da bi sedan mal û avahî hilweşiyan, piştî erdhejê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dest pê kirin, ji bo ku welatî ji binê enkazan werin derxistin, hewildanên mezin hatin dayîn.

Li Wanê hemû derfetên dewletê hatin seferberkirin. 295 ambulans, 56 wesayîtên UMKEyê, 6 firokeyên ambulans, 2 balafirên ambulans û 2 hezar û 400 personelên tenduristiyê sewqî Wanê kirin da ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê zûtirî pêk werin.

Di saetên pêşîn ên erdhejê da 71 ekîbên xelaskirinê xebat kirin, paşê ji bajarên cuda 140 ekîb şandin bajêr û ev ekîb ji bo ku merivên binê enkazan sax derxin, bi dil û can xebitîn.

42 seyên ku perwerdeya taybet hildane jî di xebatan da cih girtin. Ji 1673 kesên ku birîndar ji binê enkazan hatin derxistin 1037ê wan bi rêbejan gîhandin nexweşxaneyan, 194 birîndar jî bi balafirên ambulans û firokeyan gîhandin nexweşxaneyan. 12 ekîbên mobîl ên li taxên gundewar ji 11 hezar û 500 welatiyan ra di cih da xizmeta tenduristiyê kirin.Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê demê Serokwezîr bû. Erdogan di serî da, gelek wezîr, siyasetmedar û nûnerên saziyên civaka sivîl piştî erdhejê hatin bajêr êş û jana welatiyan parve kirin.

Li Wana ku hemû welat ji bo alîkariyê seferber bûn, wezîran xebat li cih bi rê va birin û piştî erdhejê di maweyeke kin da kordînasyon pêk anîn û giranî dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê. Pey ra jî pêwîstiyên erdhejzedeyan ên sereke yên wekî xurek û starkirinê hatin dabînkirin.

Ji bo starkirina welatiyên ku ji ber tirsa lerzeyên dûmahîkê newêrin bikevin avahiyên xwe, wekî qonaxa yekemîn 75 hezar kon hatin belavkirin. Pey ra jî bi 29 hezar û 500 konteyneran 35 bajarên konteyner hatin avakirin û ji bo welatiyan stara berwext hat pêkanîn.

Li welêt her wiha ji bo welatiyên mexdûr di nava mehekê da pêvajoya çêkirina xaniyên nû dest pê kir û van xebatan di 30 pile di bin sifirê da jî dewam kirin.

Di nava 9 salên ku ji ser erdhejê ra derbas bûn da 27 hezar xanî hatin temamkirin û bo mexdûrên erdhejê hatin teslîmkirin û her wiha 139 navendên kargehan, 17 dibistan, 33 mizgeft, 9 navendên danûsitandinê û 3 hezar û 194 gom û tewla hatin çêkirin.

Bi destê pisporên AFADê hat tesbîtkirin ku li herêmên ku erdhejê lê da, xesara giran gihişt 31 hezar û 870 xaniyan, 8 hezar û 849 kargehan û 9 hezar û 602 jî gom û tewleyan. Her wiha 18 hezar û 181 xanî jî wekî nîvxesar hatin tomarkirin.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Wanê Mehmet Emin Bilmez di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ê erdhej û ziyana wê ya ku da bajêr ji bîr nekin.

Bîlmez destnîşan kir li herêmê rîska erdhejê hertim heye û ji ber vê jî divê tewdîr bên hildan û wiha domand: "Erdhej nakuje, avahiyên li gor rê û rêzikên kifşkirî nayên çêkirin dibin sedema mirina mirovan. Ji ber vê jî divê em tu carî erdhejê ji xwe bîr nekin. Bi tenê ne xetek fayê çend xetên me yên fayê hene. Her yek ji wan jî di nav 30 salî da carek dibe sedema erdhejê. Lazime em bi vê rastiyê tevbigerin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Bîlmez got ku wan welatiyan ewilî di konan da bi cih kir û paşê jî ji bo wan konteynir danîn û wiha pê da çû: "Dewlet û milet hemû li cem gelê Wanê bû. Birînên erdheja Wanê zû hatin pêçandin. Piştî wê jî li Tirkiyeyê saziyên profesyonel ava bûn. Di mijara mudaxalekirina piştî erdhejan da em gelek pêş ketin. Li hemberî erdhejan divê em her tim amade bin."

Bîlmez bibîr xist ku piştî erheja Wanê li herêmê 27 hezar avahî hatin çêkirin û wiha domand: "Ji bo welatiyên li gundan dijîn jî ji 13 hezar kesî ra xanî hatin çêkirin. Înşeatên gelek mizgeft û dibistanan hatin temamkirin. Bi tenê ne dewlet welatiyan jî alî hev kir. Ciwanekî ji Trabzonê pereyê di qumbereya xwe da bo Wanê ji me ra şandibû. Di lehiya li Gîresûnê qewimî da ji bo porbirên dikanên wan zirar dîtin jî ji Wanê alîkartî hat."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın