Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî erdhejê alîkarî dan kesên ku avahiyên xwe çêkirin û di vê çarçoveyê de jî 6 hezar û 197 avahî, 2 hezar û 387 gom hatin çêkirin.
Piştî erdhejê xebatên qewîkirina avahiyan dest pê kir û di vê çarçoveyê de 10 avahiyên Wargeha Xwendekaran a Melîkşah a Wanê û Wargeha Xwendekaran a Ercîşê hatin qewîkirin.
Li Wanê cara ewil bi tevahî etuda jeolojîk a Wanê hat kirin.
- Seferberiya Hawirdor
Wezaretê di 2012an de piştgiriyê da Wan û navçeyên Wanê. Wezaretê ji bo paqijiyê û wesaîtên çop berhevkirinê 750 hezar da Yekîtiya Rêvebiriya Hawirdor a Îdareyên Herêmî yên Wanê, bi tevahî 130 hezar da şaredariyên Bahçesaray, Kocapinar, Sagmali û Sarayê, 208 hezar da Yekîtiya Xizmetê ya Gundên Ercişê û Şaredariya Gurpinarê.
Li Wanê seferberiya hawirdorê hat îlankirin. Wezaretê par ji bo hawirdorê bi tevahî 390 hezar lîre piştgiriyê da Wanê. Ji bo tesîsên çopên kêrnehatî 250 hezar da Yekîtiya Rêvebiriya Hawirdor a Îdareyên Herêmî yên Wanê, ji bo qirêjiya hawirdorê jî 140 hezar da Şaredariya Gurpinarê.