Elif Orhan
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Wezareta Karên Navxweyî da zanîn ku Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya wekî Wekîlê Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê (ÎBB) hat peywirdarkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji Wezaretê hat dayîn da hat bibîrxistin ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê duh biryar da ku hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ji nû va bê kirin.
Hat ragihandin ku di vê çarçoveyê da li gor madeya 46emîn a Qanûna Şaredariyan a bi nimreya 5393 heta ku bi hilbijartina dê bê kirin şaredarê nû bê hilbijartin Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya wekî Cîgirê Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê hat peywirdarkirin.