02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
MÛŞ
Walîtiya Mûşê şûna Şaredarê Melezgirtê Halîs Coşkunê ku ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê, ji bo rêxistina terorê peydakirina fînansê, di îhaleyên şaredariyê de derxistina fesadê û zirardayîna kamûyê" hat girtin û ji ber peywir hat dûrxistin Qaymeqam Soner Kirli wekî Cîgirê Şaredar peywirdar kir.
Hat ragihandin ku Qaymeqamê Melezgirtê Soner Kirli bi tesdîqa Walîtiya Mûşê wekî Cîgirê Şaredarê Melezgirtê hat peywirdarkirin.
Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn de hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Melezgirtê ve tê kirin de Şaredarê Melezgirtê Halîs Coşkunê ku ji ber sûcê "endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê, ji bo rêxistina terorê peydakirina fînansê, di îhaleyên şaredariyê de derxistina fesadê û zirardayîna kamûyê" hatibû binçavkirin hat girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Coşkunê ku hat girtin bi tesdîqa Wezareta Karên Navxweyî li gor madeya 127emîn a Destûra Bingehîn û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya bi nimreya 5393 wekî tevdîrê berwext ji peywir hat dûrxistin. Qaymeqamê Melezgirtê Soner Kirliyê ku ji aliyê walîtiyê me ve bi berwextî wek Cîgirê Şaredar hat peywirdarkirin dest bi peywira xwe kiriye."