Tirkiye

Waliyê Hekariyê Îdris Akbiyik beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Önder Beyter  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 04.12.2019
Waliyê Hekariyê Îdris Akbiyik beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû

Hakkari

Walî û Wekîlê Şaredarê Hekariyê Îdris Akbiyik beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.

Akbiyik yek bi yek li wêneyên ku bi destê peyamnêrên AAyê li welêt û dervayî welêt hatine kişandin, nihêrî.

Akbiyik di kategoriya nûçeyê da deng da wêneya Hakan Burak Altunoz a bi navê "Ji bo bibîranîna şehîdên Sariqamûşê", di kategoriya jiyanê da deng da wêneya Ali Îhsan Ozturk a bi navê "Li Çukurcayê zeviya riz" û di kategoriya werzişê da jî deng da wêneya Mustafa Yalçin a bi navê "Silava eskeran a lîstikvanên neteweyî".

Herwiha Akbiyik destnîşan kir ku wêneyên li ber dengdayînê hemû ji hev bedewtir in û wiha got, "Hilbijartina wêneyan dijwar bû. Hemû bedewiyên welatê me di wêneyan da reng vedane. Ez hemûyan cuda cuda pîroz dikim. Bi ya me, hemû jî layîqî yekemîntiyê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.