Tirkiye

Waliyê Hatayê Dogan: "Di êrîşên asîmanî yên hêzên rejimê de 33 eskerên me şehîd ketin"

Waliyê Hatayê Rahmî Dogan got, "Li Idlibê hêzên rejimê ji asîmanan ve êrîşî unsûrên Artêşa Tirkiyeyê kirin. Di encamê de 33 eskerên me şehîd ketin."

Ahmet Aydın  | 28.02.2020 - Rojanekırın : 28.02.2020
Waliyê Hatayê Dogan: "Di êrîşên asîmanî yên hêzên rejimê de 33 eskerên me şehîd ketin"

Hatay

Waliyê Hatayê Rahmî Dogan got, "Li Idlibê hêzên rejimê ji asîmanan ve êrîşî unsûrên Artêşa Tirkiyeyê kirin. Di encamê de 33 eskerên me şehîd ketin. "

Dogan li avahiya Rêveberiya Wîlayetê ya AFADê derbarê êrîşa asîmanî ya Rûsyayê li dijî Artêşa Tirkiyeyê ya li Idlibê, daxuyanî dan.

Walî Dogan got, "Li Idlibê hêzên rejimê ji asîmanan ve êrîşî unsûrên Artêşa Tirkiyeyê kirin. Di encamê de 33 eskerên me şehîd ketin. Me birîndarên xwe ji Deriyê Sînorî yê Cîlvegozê re anîn Tirkiyeyê. Dermankirina wan didome. Metirsiya jiyanî ya eskerên me yên birîndar ên li nexweşxaneyê tune ye. Li nexweşxaneyên me ji bo birîndarên me pêwistiya xwîna tune ye. Hemî tedbîr hatin sitendin, hemî personelên me yên tendirustiyê li ser kar in. Midaxeleya pêwîst tê kirin."

Walî Dogan herwiha got, "Ez ricayê ji hemşehriyên xwe dikim ku dilrehet bin, bila li derdora nexweşxaneyê kom nebin. Nuha hemî eskerên me ji Deriyê Sînorê yê Cîlvegozuyê re hatin hundir. Birîndarên me li nexweşxaneyê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın