Walîtiya Stenbolê ji bo başûrê Marmarayê hişyarî da
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji sibê pê va li başûrê Herêma Marmaraya bayê xurt û bahoz tê payîn.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Walîtiyê hat weşandin da wiha hat gotin: "Li başûrê Marmarayê tê payîn ku ji 27ê Cotmehê roja duşemê danê sibê pê va ji aliyê başûr û başûrê rojava bi hêza 6 û 8an (di saetê da 50-75 kîlomêtro) ba wê wekî bager bê. Tê payîn ku di êvara heman rojê da bahoz wê hêza xwe kêm bike."
Ji ber bayê xurt bang li welatiyan hat kirin ku ji ber astengiyên di hatin û çûyînê da û rewşên wek vê divê ew bi baldar û tevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
