Walîtiya Stenbolê der heqê şewata li Pendîkê da ya 3 zarok mirin daxuyanî da
Istanbul
Walîtiya Stenbolê der heqê şewata ku bi şev li Pendîkê di malekê da derket û di encamê da 3 zarok mirin û zarokek jî xedar birîndar bû wiha daxuyand, "Di lêkolîna ewil a piştî bûyerê da hatiye tesbîtkirin, Selvi Sepetciya dayika zarokan ji ber ku zaroka xwe ya din Ela Nur Zurnaciya di 2025an da ji dayik bûye, biriye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kartalê di dema bûyerê da li mal nebûye."
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku di derdora saet 02.30î da li Taxa Fevzi Çakmak li Kuçeya Ummanê di malekê da ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin şewat derket û gelek ekîbên îtfaiye û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
- "Der heqê bûyerê da lêpirsîn hatiye destpêkirin"
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku bi midaxeleya îtfaiyeyê şewat hat temirandin, di lêgerîn û kontrola avahiyê da di daîreya nimro 1 da 4 zarokên ne li ser hişê xwe hatin dîtin û wiha hat gotin:
"Ekîbên tenduristiyê yên li cihê bûyerê midaxeleya ewil a zarokan kirine û birîndar rakirine nexweşxaneyên li herêmê. Zarokên bi navê Cennet Çelikkol (9), Zulfikar Sepetci (5) û Ozden Sepetci (2) li nexweşxaneyê digel hemû midaxeleyan nehatine xilaskirin û mirine. Muhammed Ali Çelikkolê di 2014an da ji dayik bûye jî li nexweşxaneya ku hat rakirin, di unîteya nexweşên giran da tê tedawîkirin. Di lêkolîna ewil a piştî bûyerê da hatiye tesbîtkirin, Selvi Sepetciya dayika zarokan ji ber ku zaroka xwe ya din Ela Nur Zurnaciya di 2025an da ji dayik bûye, biriye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kartalê di dema bûyerê da li mal nebûye. Sedema derketina şewatê dê bi rapora îtfaiyeyê va were tesbîtkirin. Der heqê bûyerê da lêpirsîn hatiye destpêkirin."
Ji aliyê din va diyar bû, Sepetciya dayik ya ku di çarçoveya lêpirsînê da ya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê hat destpêkirin hatibû binçavkirin, ji ber rewşa qusûrê hat berdan.
- Bûyer
Li Pendîkê bi şev li Taxa Fevzi Çakmak li Kuçeya Ummanê di daîreya li zemîna avahiyeke 2 qatî da ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derketibû û bi îxbara kesên li derdorê, ekîbên îtfaiye, polês û tenduristiyê hatibûn sewqkirin.
4 zarokên ku di şewatê da ji hêla welatiyan ji malê hatin derxistin, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Şewat jî bi midaxeleya ekîban hat temirandin.
Hatibû destnîşankirin, zarokên bi navê Cennet Çelikkol (9), Zulfikar Sepetci (5) û Ozden Sepetci (2) li nexweşxaneyê digel hemû midaxeleyan nehatin xilaskirin û mirin. Muhammed Ali Çelikkol (11) jî li nexweşxaneya ku hat rakirin, di unîteya nexweşên giran da tê tedawîkirin.
Ji aliyê din va eşkere bû ku T.Oyê mêrê Selvi Sepetçiya dayik di dema şewatê da ji ber sûcekî ku lê digeriyan, li navenda polêsan di bin çavan da bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
