Walîtiya Şirnexê hişyariya barana gur û berfê da
Şırnak
Walîtiya Şirnexê hişyariya barana gur û ji bo cihên bilind hişyariya berfê da.
Di parvekirina Walîtiyê ya li ser hesabê NSosyalê da hat destnîşankirin ku li gorî agahiyên ku ji Navenda Pêşbînî û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Rêveberiya Giştî ya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê, piştî saetên şevê li seranserê parêzgehê barana gur û li cihên bilind jî barîna şilopeyê tê çaverêkirin.
Di parvekirinê da daxwaz ji welatiyan hat kirin ku di warê pirsgirêkên hatûçûnê, lehî, hezaz, qeşa û aşîtê da baldar û bi tedbîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
