Tirkiye

Veysî Yildizê ku li Diyarbekirê apê wî di êrîşê da hat kuştin qala rûyê reş ê PKKyê kir

Biraziyê Alaattîn Yildizê ku li Qulpê di êrîşa PKKê da hat kuştin qala rêxistina terorê kir û got: "PKK xerabiya herî mezin e ku ev 40 sal e hatiye serê miletê Kurd."

10.04.2020 - Rojanekırın : 11.04.2020
Veysî Yildizê ku li Diyarbekirê apê wî di êrîşê da hat kuştin qala rûyê reş ê PKKyê kir

Ankara

 Psîkolog Veysî Yildizê ku apê wî Alaattîn Yildiz li Qulpa navçeya Diyarbekirê di êrîşa bi teqemeniya destçêkirî ya PKKya rêxistina terorê da hat kuştin got: "PKK xerabiya herî mezin e ku ev 40 sal e hatiye serê miletê Kurd."

Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wesayîta gundiyên ji bo berhevkirina êzingan derketibûn bi înfilaqkirina teqemeniyê va perçe bû û 5 karkeran can da û li pey wan 20 sêwî man.

Di axaftina xwe da Yildiz destnîşan kir ku PKK dizanibû karker ji xwe ra serê sibehê zû ji malê derdikevin û bo rizqê mala xwe dixebitin û wiha pê da çû: "Apê min bavê 5 zarokan bû. Ew mirovek di halê xwe da bû û nava wî û kesî jî xerab nebû. Ew yekî devliken bû û ji bo mala xwe û zarokên xwe dixebitî."

Yildiz bi bîr xist ku PKKyê gelek caran sivîl ji xwe ra kirine hedef û wiha domand: "PKK ev 40 sal e bobelata herî mezin e ku hatiye serê miletê Kurd. Him bi kuştinên di nav rêxistinê da û him jî bi kûştinên li gundan û bezarkirinê va dixwaze miletê Kurd bike hêsîrê xwe. Vê yekê jî bi kuştin, revandin û propagandayan va dibe serî. PKK awayekî xurt propagandayê dike. Qirkirina li gundê Mazaliyê ku PKKyê bir serî heye, li gundê me jineke nefsnexweş kuştin. Momeste qetil kirin. Di heyama Pêvajoya Çareseriyê da doxtorekî dixwest biçe mala xwe kuştin. Bi qasî 6-7 meh berê jî êrîşî ser ciwanên ku ji xwe ra bo berhevkirina êzingan derketibûn, kirin û di wê êrîşê da jî 7 kes hatin kuştin."

- "HDP û PKK hev temam dikin"

Yildiz ragihand ku girseya rêxistinê di mijara qirqirina sivîlan da tu pirsekê nake û wiha domand: "Bi hezaran kes ji ber dijberiya li hemberî dewletê amade ne ku ji her gotinên PKKyê bawer bikin. HDPyê di daxuyaniya xwe ya duh da got: 'Çalakiyeke bipirs (biguman) e'. Guman û pirs li meydanê tuneye û her tişt li ber çavan e. PKKê gotiye me got ku êzingan berhev nekin. Wek sedeme meşrû vê yekê ji girseya xwe ra dibêje. Ez PKKyê û HDPyê ji hev cihê nagirim û ew hev temam dikin. HDP bi awayekî serfiraz propagandaya PKKyê dike."

Yildiz destnîşan kir ku PKK ji xeynî xwe naxwaze tu kes derbikeve pêş û di vê mijarê da karker, gundî, feqîr û dewlemend li tu kesî nayê rehmê û ji bo hebûna xwe dikare hemûyan qir bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.