Tirkiye

Vê hefteyê 7 fîlm wê bikevin vîzyonê

Melik Fırat Yücel  | 14.10.2021 - Rojanekırın : 17.10.2021
Vê hefteyê 7 fîlm wê bikevin vîzyonê

Istanbul

Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê jê 2 xwemalî 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Di fîlma "Duelloya Dawîn" ya ku derhênerê wê Rîdley Scott e da Jodie Comer, Matt Damon, Adam Driver, Ben Affleck û Clare Dunne serlîstikvan in.

Cureya fîlmê dram e û senaryoya wê ji hêla Ben Affleck, Matt Damon û Nicole Holofcener va hatiye nivîsîn.

Fîlm ji hêla Amerîkayê va hatiye çêkirin di fîlmê da behsa jineke wêrek û jîr ya ku bi tena serê xwe hewl dide di heyama Şerên Sedsalê da li hemberî hêz û desthilatiya mêran li ser piyan bimîne, tê kirin.

- "Venom: Hêrsa Bijehr 2"

Derhênerê fîlmê Andy Serkîs e, serlîstikvanên wê Tom Hardy, Woody Harrelson, Mîchelle Wîllîams, Naomîe Harrîs û Stephen Graham in.

Senaryoya fîlmê ji hêla Kelly Marcel va hatiye nivîsîn.

Cureya fîlmê serpêhatî û aksiyon e.

Di fîlmê da behsa têkiliya rojnemevan Eddîe Brock û Venom tê kirin ku ev dewama fîlma ewil e. Di fîlmê da Cletus Kasady û Shriek li hemberî Venomê têkoşînê didin.

- "Eyda Pîrhebokan Dikuje"

Derhênerê fîlmê Davîd Gordon Green e, serlîstikvanên wê Jamîe Lee Curtîs, Judy Greer, Andî Matîchak, Nîck Castle û Dylan Arnold in.

Di fîlmê da tirs û xof zêde ye, fîlm behsa têkoşîna di navbera Laurîe û Mîchael Myers dike. Laurîe Mîchael Myers, qîza wî Karen û neviya wî Allyson dike dafikê û hewl dide ew bimirin.

- "Fantezî"

David Foenkinos û Stephane Foenkinos bi hev ra derhêneriya fîlmê kirine û tê da Denis Podalydes, Suzanne Clement, Mathys Barbedette û Pauline Clement dileyîzin. Fîlm ji aliyê Fransiyan va hatiye çêkirin û cureya wê komedî ye.

- "Fate"

Cureya fîlmê anîmasyon e û Kazuto Arai derhêneriya wê kiriye û tê da qala macerayên Bedivereyê şovalyeyê gerok dike.

- "Ceberruh"

Derhêneriya wê Bugra Kekîk kiriye û Erkan Çelîk, Hulya Dîken, Oguz Oztaş, Merîç Akay û Bariş Baktaş tê da dileyîzin. Cureya wê tirsnak e û xwemalî ye. Tê da qala çîroka 5 hevalên ku tetîla qampê dikin û li herêma ku lê dimînin salek berê bûyereke wehşiyane qewimiye.

- "Hep Yek 4: Altan Nifira Neke (Bela Okuma Altan)"

Di vê fîlmê da Ulaş Înan Torun, Onder Açikbaş, Yildirim Memîşoglu, Serdal Genç û Şafak Sezer dileyîzin û cureya wê komedî ye û xwemalî ye.

Ozgur Bakar derhêneriya wê kiriye û berdewamiya çîroka fîlmên borî ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın