Tirkiye

Vê hefteyê ji bo piraniya welêt taviya baranê tê pêşbînîkirin

Germahiya hewayê ya di asta demsalê da ye dê di dawiya hefteyê da dakeve bin asta demsalê

Ayşe Karaosmanoğlu  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Vê hefteyê ji bo piraniya welêt taviya baranê tê pêşbînîkirin

Ankara

 Vê hefteyê li piraniya welêt taviya baranê dê bibare.

Abdullah Macîtê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Veguherîna Avûhewayê der barê rewşa hewayê ya vê hefteyê da nirxandin kirin.

Macît destnîşan kir ku sibê li qeraxên Behra Reş a Navîn û Rojhilat û li Behra Spî ya Rojava cih cihan baran û taviya baranê tê payîn.

Macît bal kişand ku ji roja pêncşemê û pê va pêleke nû ya sermayê dê ji li welêt dest pê bike û wiha dewam kir:

"Roja înê û dawiya hefteyê em ji bo bakur û rojhilat pêşbîniya berf û baranê dikin. Em pêşbînî dikin ku li rojhilatê Marmarayê, Herêma Behra Reş, Herêma Rojhilatê Anadoluyê, bakur û rojhilatê Anadoluya Navîn ji van deran li deverên hundirîn ên Behra Reş, li bakur û rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê û li rojhilatê Anadoluya Navîn berf bibare."

Macît li deverên navborî ji ber texmîna barîna berfê, diyar kir ku welatî divê baldar bin.

Macît her wiha destnîşan kir ku germahiya hewayê ya di asta demsalê da ye dê di dawiya hefteyê da dakeve bin asta demsalê.

Germahiya hewayê heya dawiya hefteyê li Enqereyê bi qasî 2-3, li Stenbolê 7-8 û li Îzmirê jî 10 pileyan bişikê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın