Tirkiye

Tîma mobîl a paqijiyê ji bo dibistanan gund bi gund digere

Önder Beyter  | 18.11.2020 - Rojanekırın : 20.11.2020
Tîma mobîl a paqijiyê ji bo dibistanan gund bi gund digere

Muş

 Ekîba mobîl a paqijiyê ku ji hêla Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hat damezirandin, dibistanên gundan paqij û dezenfekte dike da ku xwendekar di dorhêleke hîjyenîk da dersê bibînin.

Ekîba 3 kesî ku di bin banê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê da hat damezirandin, xebatên xwe yên paqijiyê bi hûrgilî dimeşîne da ku xwendekar ji şewbê bên parastin û dibistan li gorî şertên hîjyenê bên paqijkirin.

Ekîba ku diçe gundan, mase, paldank, cam û deriyên polan û her wiha korîdorên dibistanê bi av û deterjanê dişûn û dezenftekte diin da ku xwendekar di dorhêleke tendurist da dersan bibînin.

Ekîba ku çû gundê Suboyuyê ya 30 kîlometre dûrî navendê, tulumê xwe li xwe kirin û dû ra dest bi paqijkirin û dezenfekirina dibistanê kirin.

- "Em ê vê xebatê salên din jî bidomînin"

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Enver Kivanç ku teseliya xebatê kir, bi peyamnêrê AAyê ra da bibîrxistin ku sala nû ya perwerdeyê ya 2020-2021an di 21ê îlonê da dest pê kir.

Kivanç diyar kir ku wan di vê serdemê da bi projeya "tîma mobîl a paqijiyê" va xwest ku dibistan ji bo perwerdeyê bibin ciyekî tenduristir û wiha got, "Bi vê sayê me xizmeta paqijiyê ji bo wan gundan bir ku personelê paqijiyê lê tune."

Kivanç bal kişand ku di serdema pandemiyê da tîma paqijiyê peywireke girîng anî cih û wiha dewam kir:

"Ekîba me ya paqijiyê alavên pêwîst li wezayîta me bar dike û berê xwe dide gundan. Ekîb dibistanên gundan paqij û dezenfekte dike. Personel û wesayîta me hat Dibistana Seretayî ya Gundê Suboyuyê. Dibistan paqij kirin da ku perwerde lê bi awayekî tendurist were dayîn. Ji bo ku em xwendekarên xwe ji bê vîrusa koronayê biparêzin çi ji destê me tê, em dikin. Em ê li dibistanên me yên gundan di vê xebata xwe da berdewam bin. Ji ber ku xwendekarên me di ewlehiyê da ne, em jî bextewar dibin."

Mamosteya polê Seher Çatarê jî bal kişand ku xebata ekîba mobîl a paqijiyê ji hêla tenduristiya xwendekaran, gelekî girîng e û wiha dewam kir:

"Projeyeke girîng hat cîbicîkirin. Ekîb hat û dibistana me paqij û dezenfekte kir. Ji ber pandemiyê ji xwe em paqijiya rojane timî dikin. Lêbelê xebata ekîbê ya bi hûrgilî ji bo me hîn baştir bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.