Tirkiye

Tê texmînkirin kêlikên sêgoşe yên serserkî yên li Heskîfê kêlikên resen ên navçeyê ne

İbrahim Toprak  | 21.09.2021 - Rojanekırın : 30.09.2021
Tê texmînkirin kêlikên sêgoşe yên serserkî yên li Heskîfê kêlikên resen ên navçeyê ne

Batman

 Tê texmînkirin kêlikên sêgoşe yên serserkî yên li Heskîfa navçeya qedîm a Batmanê, kêlikên resen ên navçeyê ne.

Li navçeya qedîm Heskîfê xebatên kolanê bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Mardin Artukluyê Doç. Dr. Zekaî Erdal va ji hêla 6 dîrokzanên hunerê, arkeolog, antropolog, 2 restorator û 4 xwendekarên stajyer va tên birêvabirin.

Serokê Kolana Heskîfê Doç. Dr. Zekaî Erdal ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku xebatên kolanê li qada qedîm li Qesra Mezin û dewrûbera wê berdewam in.

Erdal diyar kir, gava mirov bala xwe dide weşanên zanistî jî mirov dibîne ku ji serdema Romayê û vir va dîroka Keleha Heskîfê bênavber dewam kiriye û her wiha li nêzîkî wargeha dîrokî hebûna girê Heskîfê yê 12 hezar salî jî wê yekê nîşan dide ku berî serdema Romayê jî li wir jiyan hebûye.

Erdal diyar kir, di mîmariya Îslamî û Tirk da kêlikên merzelan bi awayê kêlikê serî, kilêkê pê an jî yek kêlik e, lêbelê di xebatên wan ên li Heskîfê da ew rastî kêlikekî resen hatin û wiha dewam kir:

"Di lêkolînên ku me li goristan û qadên li Xelat, Bidlîs, Sîlvan, Diyarbekir û Sêrtê kirin yên ku li dewrûbera Heskîfê raboriyeke wan a kevn heye jî ev cure merzel tuneye. Gava me tîpolojiya kêlikên me dîtin pirs kir, mamosteyên me gotin ku ew heta niha li ciyên din ên Anadoluyê rastî merzelekî bi vî rengî nehatine. Lewma jî em dikarin bêjin, ev kêlik û ev tîpolojî ya merzelan, resen e ji bo Heskîfê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.