Tirkiye

Turkish Airlines û Ajetê geştên xwe yên îro û sibe yên ji bo Îranê rawestandin

Kenan Irtak  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Turkish Airlines û Ajetê geştên xwe yên îro û sibe yên ji bo Îranê rawestandin

Istanbul

 Turkish Airlines û Ajetê ragihandin ku geştên xwe yên îro û sibe yên ji bo Îranê rawestandine.

Turkish Airlinesê (THY) ragihand ku bi tevahî 17 geştên asîmanî yên ku ji bo îro û sibê ber bi Tehran, Tebrîz û Meşhedê bajarên Îranê va hatibûn plankirin hatine betalkirin.

Di daxuyaniya THYê da wiha hat gotin: "Ji ber geşedanên herêmî yên li Îranê, bi tevahî 17 geştên me yên asîmanî yên ku 9ê Çileya Paşîn roja înê û 10ê Çileya Paşîn roja şemiyê bikin, ber bi Tehran, Tebrîz û Meşhedê va bihatina kirin, hatine betalkirin."

Ji aliyê din va AJetê jî ragihand ku 6 geştên xwe yên asîmanî yên ku îro û sibe ji bo Tehranê rawestandine.

Di daxuyaniya AJetê da jî wiha hat gotin, "Ji ber geşedanên herêmî yên li Îranê, 6 geştên me yên asîmanî yên ku me plankiribû 9ê Çileya Paşîn roja înê û 10ê Çileya Paşîn roja şemiyê bikin, hatin rawestandin. Derbarê rewşa dawîn a geştan da mêvanên me tên agahdarkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın