Tirkiye, Zanist û teknolojî

Turkcellê di lîsteya şîrketên herî baş ên dinyayê da cih girt

Turkcell ket nav lîsteya "Şîrketên Herî Baş ên Dinyayê yên 2025an" ku Statistaya şîrketa lêkolînê ya kovara TIMEê li 50 welatan bi 200 hezar kesî ra hevdîtin kir û wisa amade kir.

Kerem Alp Eren Kaya  | 11.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Turkcellê di lîsteya şîrketên herî baş ên dinyayê da cih girt

Istanbul

Li gorî daxuyaniya şîrketê, Turkcellê bi çanda xwe ya dezgehî va ya însan di navendê da ye, serkeftineke global bi dest xist.

Turkcell di lîsteya 1000 şîrketî da ya 50 welatî vedihewîne û li gorî memnûniyeta xebatkaran, zêdebûna dahatê û daneyên hawirdorî, sosyal û hevrêvebirinê hat amadekirin, li Tirkiyeyê bû ji 3 şîrketên ewil û di sektora telekomunîkasyonê da jî bû yekem.

Di eynî wextî da Turkcell di rêza şîrketên telekomê yên dinyayê da jî ket nav 5ên ewil.

Turkcell, însanan dike navend û helwesta xwe ya di warê Çavkaniyên Mirovan da li gorî wê diyar dike. Şîrket her wiha hewl dide ku ji bo hemû xebatkarên xwe tecrubeya jiyaneke baş dabîn bike.

Di daxuyaniyê da cih dan nêrînên Ali Taha Koçê Midûrê Giştî yê Turkcellê jî. Koç diyar kir ku ew gelekî kêfxweş bûn ku ew ketin nav 5 şîrketên herî baş ên dinyayê yên telekomê.

Koç bal kişand ku ew wisa bawer dikin, wekî şîrket sermayeya wan a herî biqîmet, xebatkarên wan in û lewma jî ew xebatên xwe bi vê baweriyê û bi awayekê ku însan di navendê da be, dimeşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın