09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
ÎZMÎR
Serokomar Erdogan: "Parlementerê Konyayê yê CHPyê derketiye û dibêje 'ewê yên ku di 16ê nîsanê da gotin erê, birijînin behrê'. Ka mêze ke li vir yên ku dibêjin 'erê' hene. Ka were, ka tu kê dirijînî behrê, em bibînin. Serokê Giştî yê berê jî herhal ji bo ku li paş wî nemîne dibêje, 'Heger na derkeve, emê biqasî ku me dujmin li Îzmirê rijand behrê, şa bibin'. Ca lê mêze ke. Ev çi bêterbiyetî ye. Ka demokrasî, ka azadî? Tê qedera dengê min kifş bikî?"
Serokomar Erdogan: "Di bernameykê de wiha dibêje 'Birêz Serokwezîr û Serokomar jî dixwazin ser vê derbeyê bigirin.' Kiliçdaroglu, binêre, derewan meke. Niha bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Ma te ev derbeker xistin girtîgehan? Me bi alîkariya hêzên xwe yên ewlekariyê ev kom kir, radestî darazê kirin. Niha bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Piştî vê, pêvajoya darazê dewam dike. Lê derewên derewkiran wê di 16ê Nîsanê de derbikevin meydanê."
Serokomar Erdogan: "Wekî Ewropa wê bedêla van tevgerên xwe bidin. Înşallah wê piştî 16ê Nîsanê meseleya Yekîtiya Ewropayê dîsa were rojevê. Niha ez li hêviyê me ku li Ewropayê deng zehf zêde bibin. Em ê vê di 16ê Nîsanê de bibînin, qet guman nekin. Çima? Lewra zilm li miletê me yê li wê derê djî kirin, miletê me yê li wê derê hat çewisandin. Lê miletê me jî wê hesabê vê ji wan bipirse, wext nêz dibe. Înşallah em ê piştî 16ê Nîsanê, hesabê vê zilmê ji wan bikin."