Tirkiye

"Tu hikmê pêşnûmaya mueyîdeyan ya Wezîrên Karên Derva yên YEyê tuneye"

Nihat Kavşut  | 15.11.2019 - Rojanekırın : 16.11.2019
"Tu hikmê pêşnûmaya mueyîdeyan ya Wezîrên Karên Derva yên YEyê tuneye"

Ankara

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Bi behaneya xebatên me yên sondajê yên li Rojhilatê Behra Sipî Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşnûmaya mueyîdeyan qebûl kirin. Ji bona me tu hikmê vê pêşnûmayê tuneye."

Oktay ji ber salvegera 36emîn ya avakirina Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur di merasima li Bulwara Fazil Kuçuk hat lidarxistin da axivî.

Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir têkiliyên Tirkiyeyê û Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur ewqas zexm in ku nakevin bin îpoteka hesab û rojeva taybet ya şexs û koman. Herekata Aştiyê ya Qibrîsê ya 1974an û hereketa ku bi heman helwestê li Sûriyeyê dest pê kir îspat dikin gavên ji bona fikarên ewlehiyê tên avêtin meriv dikare bi parastina hesasiyetên însanî jî biavêje.

Alîkarê Serokomar Oktay Oktay diyar kir bi behaneya xebatên wan yên sondajê yên li Rojhilatê Behra Sipî Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Ewropayê pêşnûmaya mueyîdeyan qebûl kirin û got ku ji bona me tu hikmê vê pêşnûmayê tuneye.

Oktay got ku keştiya me ya sondajê ya bi navê Fatîh piştî ku wezîfeya xwe ya li qada me ya parzemînê temam kir duh li başûrê peravên Karpazê dest bi xebatên nû kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.