Türkan Tosu
16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, Fermandariya Tugaya Pîyade ya Mekanîze ya 14emîn li Qada Tetbîqatê ya Akbaba Atişliyê ya li Qersê Tetbîqata Zivistanê ya 2017an dikin. Hêzên Fermandariya Esîmanî û Fermandariya Esîmaniya Bejayî jî beşdarî tetbîqatê bûn.

Di nav du salan de carekê ev tetbîqat tê kirin. Armanca tetbîqatê ew e ku personel zivistanê bikaribin li ser erazî bi cih bibin, xwe biparêzin, di mijarên wek cil û berg, îkmal û sitargehê de xwe perwerde bikin û xwe pêşva bibin.
- Hezar û 378 personel beşdarî tetbîqatê dibe

Bi giştî hezar û 378 personel beşdarî tetbîqatê dibe. 330 cure wesayît, hezar û 281 çekên cuda tê bikaranîn.

Di tetbîqatê de îro roja çavdêrên hilbijartî ye. Nûnerên Azerbaycan û Gurcistanê û 40 ataşeyên leşkerî yên biyanî wê beşdarî tetbîqatê bibin.