TRTyê bertek nîşan da ku Îsraîlê di Pêşbirka Sitranan a Eurovisionê da bimîne
Istanbul
Biryara Yekîtiya Weşangeriya Ewropayê (EBU) ya hiştina Îsraîlê di Pêşbirka Strana Eurovisionê da li Ewropayê bû sedema qeyranê.
Li gorî daxuyaniya TRTyê yekîtiyê di civîna ku li Cenevreyê hat lidarxistin da, derbarê mercên nû yên pêşbirkê da ji endaman dengdayina nehênî wergirt.
Hin endam, TRT jî di nav da, li dijî dengdana eşkere derketin û xwestin ku pêvajo bi dizî were kirin.
Rêziknameyên nû di dengdanê da hatin pejirandin, lê biryar hat dayîn ku ne hewce ye li ser beşdarbûna weşana giştî ya Îsraîlê KANê deng were dayîn, bi vî awayî beşdarbûna Îsraîlê di Eurovisionê da hat piştrastkirin.
Serokê Beşa Têkiliyên Derva ya TRTyê Mustafa Saritaş, ku nêrînên wî di daxuyaniyê da cih girtin, di civînê da diyar kir ku Îsraîl demeke dirêj e li Filistînê li dijî sivîlan qirkirineke sîstematîk pêk tîne û got, "Wekî her kesê di vê odeyê da, em weke TRTyê şahid in ku bi dehêsalan e zilm û qirkirinek heye ku li ber çavên tevahiya cîhanê diqewime. Ji dema ku agirbesta qaşo dest pê kiriye va bi dehan zarok hatine kuştin. Alîkarî hîn bi ewlehî negihîştine Xezeyê. Zêdetirî 270 rojnamevan ji aliyê Îsraîlê va hatine kuştin. Helwesta TRTyê eşkere ye: Beşdarbûna weşana giştî ya Îsraîlê KANê di pêşbirkê da ne guncaw e û ne jî li gorî nirxên wê ye û ji ber vê yekê, divê destûr neyê dayîn ku ew beşdar bibe."
Piştî axaftina li ser navê TRTyê gelek saziyên weşanê yên li Ewropayê daxuyaniyên tund dan.
- 4 welat ewê beşdarî pêşbirkê nebin
Ji ber beşdarbûna Îsraîlê di pêşbirkê da Hollanda, Îspanya, Slovenya û Îrlandayê ragihandin ku ewê ji Eurovisionê vekişin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
