Muhammet Kurşun
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 09 Tebax 2018
ANKARA
TRTWorld li Tirkiyê yekemîn qenala xeberan e ku bi Ingilîzî weşanê dike û bi serkeftina xwe ya di warê ragihandinê de li hemû dinyayê deng tîne.
TRTWorldê mora xwe li bin serkeftineke din a mezin xist û ji bo xelatên Emmyê ku wek Oscara alema televizyonê tê zanîn bû namzed.
Beşa rêzebelgeya qenalê ya bixelat Off the Grid, ku par bi navê "Mirina Bêdeng" weşiya û bazirganiya însanî ya li Rojhilata Navîn bi berfirehî kir mijar, di Emmya îsal de di kategoriya "Bernameya Xeberên Aktuel" de ji bo xelatê wek namzed hat nîşandan.
TRTWorld, di vê kategoriyê de wê bi 7 berhemên ku ji aliyê qenalên xeberan ên di dinyayê de herî biprestîj in re rikaberiyê bike.
Xelat, wê 1ê Çiriya Pêşîn li New Yorkê bigihê xwediyê xwe.
"Mirina Bêdeng" par li Îtalyayê jî xelata Rojnamevaniya Lêkolînê bi dest xistibû.
Di belgefilm de rewşa zor û zehmet a koçberan tê behskirin. Koçber ji bo debara malê azayên laşê xwe difiroşin. Ev rewş hem ji devê mexdûran hem jî ji devê taciran tê vegotin.
TRTWorldê berê jî li Dubaiyê xelat girtibû.